Bajarê Qamişloyê ku di 1925an de bi destê fransizan hatiye avakirin, cihûyan bi dest xwe re lê danî.
Sala 1926an, cara pêşîn keşeyekî cihû yê bi navê Mûşêh Nahûm, qesta bajarê Qamişloyê kir.
Jê û pê ve û ji ber komkujîyên dewleta Tirkîyayê, bi sedan malbatên cihû ji Nisêbînê revîyan û li bajarê Qamişloyê bi cih bûn.
Cihûyên nûhatî, di demeke pir kin de bûn xweyî mal û milk û bi demê re hejmara wan zêdetir bû.
Sala 1931ê, cihûyên Qamişloyê ji /250/ malbatî zêdetir bûn.
Li Qamişloyê du komên cihûyan hebûn; komekê jê li peravên Çemê Ceqceqê, li navenda bajêr danîbû, koma din jî nêzîkî Qamişloyê, li gundê Iwêcayê bû.
Bazar û kenişt
Li Qamişloyê, tevî cihûyan, misilman û xiristîyan jî dijîyan.
Lê bazirganên bajêr ên herî naskirî û ji hemûyan dewlemendtir, cihû bûn.
Sala 1927an, cihûyê bi navê Ezra, dikaneka etarîyê vekir û ew dikana ku heta roja nuha jî lidar e, ji bazara bajêr re bû bingeh.
Civata cihûyan ku bi demê re firehtir dibû, ji bo gerandina nimêj û ayînan, sala 1938an li navenda bajêr keniştek lê kir.
Di sala 1947an de jî, taybet ji bo cihûyan, dibistaneke xwendinê hat vekirin ku /80/ xwendekarên cihû lê dixwend.
Koça mezin
Sala 1948an, dema cihûyan dewleta Israîlê ragihand, êdî di navbera wan û ereban de şer û alozî derketin.
Cihûyên Qamişloyê ku demeke dirêj li kêleka kurd û ereban di nava aştî û aramîyê de dijîyan, êdî destilatdarî û hikûmetên Sûrîyayê li wan teng kir û bi agirê cihûyên Israîlê hatin şewitandin.
Ji ber vê çendê, cihûyan hin bi hin herêma Cizîrê bi tevayî berda; beşekî jê berê xwe da Israîlê û beşê din ber bi Ewrûpa û Amerîkayê ve çû.
Bi domana demê re, hejmara cihûyên Qamişloyê li kêmê ket û karwanê herî dawîn, sala 1998an ji Qamişloyê derket.
Cihûyê talîyê ku ji bajêr derket, Ebû Elbêrê bazirgan bû. Sala 2012an, wî jî pişta xwe da Qamişloyê.
Balkêş e ku roja îroyîn nêzîka /250/ dikanên nefirotî yên cihûyan di bazara Qamişloyê de hene.
Her çi mal û milkê cihûyan li Qamişloyê heye, ji hêla Komeleya Parastina Milkê Cihûyan ve tê birêvebirin û kirêya wan heta anuha jî ji cihûyên derve re tê hinartin.
Li gor te, ew cihûyên koçber, dê careke din vegerin ser mal û milkê xwe yan na?