Ew operasyona leşkerî bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê û stûxwarîya rejîma Beisê ya Sûrîyayê bi rê ket.
Piştî /58/ rojên şerê giran ê bi balafirên cengê û bi dehhezaran leşkerên tirk û çekdarên kirêgirtî yên opozîsyona Sûrîyayê, Tirkîyayê Efrîn dagîr kir.
Li gor Desteya Tendirustîyê ya Kantona Efrînê, di nava /58/ rojên şer de, /257/ sivîlan jîyana xwe ji dest da, ku ji wan /45/ zarok û /36/ jin hebûn. Her wiha /742/ sivîl birîndar bûn, ku ji wan jî /113/ zarok û /113/ jin hebûn.
Encama herî tirsnak û kambax a dagîrkerîya Tirkîyayê koçberkirina /300/ hezar kurdên resen ên Efrînê bû.
Piranîya koçberan berê xwe da taxên kurdnişîn ên Helebê û deverên aram ên li jêr parastina HSDyê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê.
Beşekî koçberan jî berê xwe da bajarokê Til Rifetê yê nêzî Efrînê, gundên Şêrawayê yên dagîrnekirî yên li başûrê Efrînê û yên mayî li pênc kampên Şehbayê niştecî bûn.
Rojane topbaran e
Efrînîyên ku ji ber dagîrkerîyê derbider bûn û koça xwe li Şehbayê danî, dîsa jî bi aştî û aramîyê şa nebûn û dagîrkerîyê berê topxaneya xwe bi wan ve kir.
Artêşa Tirkîyeyê tevî komikên çekdar, her ji çend rojan devera Şehbayê ku koçberên efrînî lê ne, didin ber roket û topan.
Li gor raporeke Navenda Agirbestê ya Mafên Sivîlan û Navenda Kurdî ya Lêkolînê û Şêwrên Qanûnî (Yasa), bombebarandina Artêşa Tirkîyayê û çekdarên wê li ser gundên Şêrawayê ziyaneke mezin gihandiye şênî û koçberan.
Her du sazîyên hiqûqî eşkere kir ku 5ê pûşbera 2021ê, di topbaraneke Artêşa Tirkîyayê de li ser gundê Kalûtê yê Şêrawayê, zarokekê jîyana xwe ji dest da û bav û birayê wê jî birîndar bûn.
Li gor raporê, topbarana bênavber a tirkan bûye sedema kuştina pez û dewarên gundîyan û rê li pêş çandina erdan girtiye.
Rewangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan jî di rapora xwe ya salane de dîyar kir ku di sala borî de, balafirên bêfirokvan ên Artêşa Trikîyayê /5/ êrîş li dijî Şehbayê pêk anîne û gelek ziyanên canî û madî li dû xwe hêlane.
Ajansa Hawarê jî, di statîstîkeke xwe ya cotmeha 2021ê de, dîyar kir ku Artêşa Tirkîyayê û çekdarên girêdayî wê, tenê di nava mehekê de /1339/ top avêtine gundên Şêrawayê û temamê devera Şehbayê.
Ji alîyê din ve dorpêça rêjîmê
Hevdemî van tawanên Tirkîyayê, Artêşa Hikûmeta Sûrîyayê jî herêma Şehbayê bi giranî dorpêç dike û di bazarên xwe yên siyasî de mîna kartekê bi kar tîne.
Rewangehê eşkere kir ku di sala 2021ê de, Artêşa Sûrîyayê bi mehan devera Şehbayê û taxên kurdnişîn ên Helebê dorpêç kirine û rê nedaye ku xwarin, derman û sotemenî derbas bibin.
Şênîyên Şêrawayê û koçberên Şehbayê eşkere dikin ku leşkerên Artêşa Sûrîyayê her dem baceke giran li derbaskirina kelûpelan dibirin.
Koçberên Efrînê dibêjin ku tawanên Artêşa Tirkîyayê ya dagîrker û rejîma Sûrîyayê bi rê û rêbazeke sîstematîk û li jêr çavdêrîya civaka navneteweyî bi rê ve diçin.
Li gor te..
Koçberên Efrînê dê heta kengî di nava agirê Artêşa Tirkîyayê ya dagîrker û dorpêça Artêşa Sûrîyayê de bişewitin û civaka navdewletî, nemaze Rûsya û Amerîka, heta kengî dê rê bidin vê terora li dij xelkê Efrînê?